Ragehandineka nû ji Wezareta Tenduristîyê
Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê ragehandina hejmare 41 ya evro, Yekşembîyê, 6ê Nîsan a 2020 belav kir û ragehand, hejamra tevaya tûşbûyan bi Vayrosa Korona ya Nû (KOVÎD-19) li Herêma Kurdistanê gehişte 233 kesan û di nav wan de 3 kes mirin e û 85 kes jî çêvebûn e û yên din li jêr çavdêrîya pizîşkî de ne. ev jî deqa wê ragehandinê ye.
K24- Hewlêr
Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê ragehandina hejmare 41 ya evro, Yekşembîyê, 6ê Nîsan a 2020 belav kir û ragehand, hejamra tevaya tûşbûyan bi Vayrosa Korona ya Nû (KOVÎD-19) li Herêma Kurdistanê gehişte 233 kesan û di nav wan de 3 kes mirin e û 85 kes jî çêvebûn e û yên din li jêr çavdêrîya pizîşkî de ne. ev jî deqa wê ragehandinê ye.
Deqa ragehandina Wezareta Tenduristîyê:
Ragehandina Wezareta Tenduristîyê
Hejmare 41
Derbarê nexweşîya Vayrosa Korona ya Nû (KOVID-19) li Herêma Kurdistanê, rêkar berdewam in bi vî awayî:
- Kerentîn
Hejmara hevwelatîyên di Kerentînan de (6,373) hevwelatî bûn di 31 cihên cuda de. Niha tenê 1,639 hevwelatî di kerentînan de man e, (679) li Hewlêr, (175) li Silêmanîyê, (689) li Duhok, (48) li Helebce, (9) li Germîyan, (31) li Raperîn û (8) jî li Koye. (4,734) hevwelatî ji Kerentîneyê derketine û vegerîyane nav malbatên xwe piştî ku dema dû hefteyan di Kerentîneyê de derbaz kirin e. Hejamreka din di 24 demjimêrên burî de hatine kerentîne kirin ku tevaya hejamara wan (138) Hevwelatî bûn.
- Pişkinîn:
Di dema 24 demjimêrên burî de, (721) pişkinîn hatin encamadan. (540) li Hewlêrê, (124) li Silêmanîyê û (57) jî li Duhokê.
Di encam de, (44) tûşbûyên nû hatin tomarkirin, bi vî awayî:
- Li Parêzgeha Hewlêrê: (41) Erênî, (15) zelam, (17) jin û (9) zaro ku ji temenan têd ne. ku ji wan li qeza ya Soran in, sê li nahye ya Sîdekan, yek li gundê Hellece ya Biçûk û yên din tevaya wan li nav bajarê Hewlêrê ne, li taxên ( Kanî Gelî, Altun, Sîtî, Şêx Ehmed, Karêzan, Zanko, Çinar, Mamostayan, 121a Gulan, Jîyan û Zîlan Sitî), ku piraniya wan berketîyên tûşbûyên her dû behîyên taxa Karêzan in li bajrê hewlêrê û dû jî berê geşt kirine.
- Li Parêzgeha Silêmanîyê: (3) erênî, jin in, temenên (28,24,20) sal ku berketîyên tûşbûyên berê ne.
- Amara giştî:
Hejmara tevaya tûşbûyab bi Vayrosa Koronaya Nû (KOVID-19 li Herêma Kurdistanê gehişte (277) kesan, di nav wan de, (3) haletên mirinê hene û (88) nexweş jî çêvebûne û yên din hemû li jêr çavdêrîya pizîşkî ne.
Tevî destxweşîyê bo Pizîşik, karmendên Tenduristîyê û tevaya tîmên pizîşkî yên di kar de ne, careka din tika dikîn, hevwelatî bi tî awayekî ji malên xwe nehên derve û pabend bin bi rênimayî yên tenduristî. Di dema pêwîst de peywendîyê bi hêla germa hejamre (122) bikin.
Wezareta Tenduristîyê
Hikumeta Herêma Kurdistanê
6ê/Nîsan a/2020