Îraqê amara 24 demjimêrên bûrî ya Koronayê ragehand

Di ragehandinekê de, Wezareta Tenduristîya Îraqê, amara 24 demjimêrên burî ya bandora Vayrosa Koronayê li seranserî Îraqê bi parêzgehên Herêma Kurdistanê ve jî ragehand.

K24- Hewlêr

Di ragehandinekê de, Wezareta Tenduristîya Îraqê, amara 24 demjimêrên burî ya bandora Vayrosa  Koronayê li seranserî Îraqê bi parêzgehên Herêma Kurdistanê ve jî ragehand.

Li gor wê ragehandinê, heya niha pişkinîna pizîşkî bo 26,331 kesan hatîye encamdan.

Wek ragehandîye jî, di 24 demjimêrên burî de, 91 haletên nû yên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê hatine tomarkirin, bi vî awayî:

Bexda: 21 halet.

Necef: 44 halet.

Dîyala: 1 halet.

Wasit: 1 halet.

Mûsenna: 2 halet.

Dîqar: 5 halet.

Besra: 6 halet.

Silêmanî: 3 halet.

Hewlêr: 5 halet.

Duhok: 3 halet.

Her li gor wê ragehandinê, evro haleteka mirinê bi sedema Koronayê li Îraqê hatîye tomarkirin, li paêzgeha Bexda.

Hevdem 29 kes jî bi temamî ji nexweşîyê çêvebûne, bi vî awayî:

16 halet li Silêmanîyê.

1 halet li Hewlêr.

5 halet li Kerbela.

1 halet li Wasit.

4 halet li Besra.

2 halet li Dîyala.

Wek di ragehandina Wezareta Tenduristîya Îraqê de jî hatîye, heya niha hejmara tevaya tûşbûyan bi Vayrosa Koronayê li seranserî Îraqê gehiştîye 1,122 haletan û ji evê hejmarê 65 kesan canê xwe ji dest dane û 373 kes jî bi temamî ji wê nexweşîyê çêvebûne.