Tenduristiya Hewlêrê: Ta rewş ji kontrolê dernekeve, divê welatî hevkar bin
Rêvebirê Tenduristiyê yê Hewlêrê radigihîne, tîmên wan bi encamdana testan ji welatiyan re berdewam in, ji ber rewş ji bin kontrolê dernekeve, dive welatî ji malên xwe dernekevin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rêvebirê Tenduristiyê yê Hewlêrê radigihîne, tîmên wan bi encamdana testan ji welatiyan re berdewam in, ji ber rewş ji bin kontrolê dernekeve, dive welatî ji malên xwe dernekevin.
Rêvebirê Tenduristiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed ji K24ê re ragihand, ji duhî ve 400 teset li çend taxên Hewlêrê hatine kirin, di encamê de 14 haletên nû yên pêketina bi vîrusa Korona de hatin tomarkirin.
Ameje bi wê jî da, ew her hewlekê didin ji bo hejmara pêketiyan zêdetir nebe, lê ew yek tênê ji aliyekî ve pêk nayê û dive welatî hevkar bin û li malên xwe bimînin.
Diyar kir jî, heta niha li bajarê Hewlêrê 152 kes li Hewlêrê bi vîrusa Korona ketine, jê 22 kes baş bûne. Piraniya haletan jî virus ji herdu şînên miriyan a taxa Karêzanê vegirtine.
Ev di demekê de ye, îro 14 haletên nû yên pêketina bi vîrusa Korona li Hewlêrê hatin tomar kirin.
S. B