Ragehanidinek ji Wezareta Pêşemerge

Piştî hêrişa çekdarên Daişê li şeva burî, li sinûrê bajarokê Kulleco û şehîdbûna dû Pêşemergeyên Kurdistanê, Wezareta Pêşmerge di beyannameyekê de, diltenahîyê dide xelkên Herêma Kuridstanê ku çawa ew rêkxistî ji rûyê cugrafî ve hat têkşikandin, her bi wê terzê jî, nahêlin careka dî ew rêkxistî ser helbidin û vegerin qadê.

K24- Hewlêr

Deqa beyannameya Wezareta Pêşmerge:

Şeva burî ji encama hêrişeka tirsinok a tarîperistan û teroristên Daişê bo ser çeperên Pêşmergeyan li bajarokê Kulleco, li sinûrê Germîyan, di dema radûvnan û berperçvedan a wan terirstan, dû Pêşmergeyên qehremanên ser bi Lîwa ya 5 a Pîyade ya Wezareta Pêşmerge bi navên (Îsmayîl Faris Resûl û Surkêw Heme Reşîd) şehîd bûn.

Em serexweşîyê arste ya malbat û kesûkarên serbilindên şehîdên şeva burî yên Kollecoyê dikîn û hevxemî û hevsozî ya xwe bo wan tekez dikîn.

Bi xelkên Kurdistanê jî radigehînîn, tevî kawdanên herêma me û xirabîya rewşa wê bi sedema derde Koronayê, lê wek her dem, hêza cangorî yên Pêşmerge di amadesazî û amadebaşîya temam de ye bo berevanîyê ji ax û xelkên Kuridistanê.

Di demekê de, me çend caran hoşdarî daye li ser xwe rêkvekirina şaneyên razayî yên Daişê û car din serheldan wan, bi van karên bêzever û tirsinok nagehin ti armancan û bi zend û baskên hêza Pêşmerge nahêlîn careka dî serhelbidin. Ev yek jî bi hevkarî û hevahengîyê li gel hêzên asayîşê, supayê Îraqê û hêzên Hevpeyamnîya Nêvdewletî Dijî Daişê.