Li 31 bajarên Tirkiyê qedexeya derketina derve hat ragihandin
Li 31 bajarên Tirkiyê û bakurê Kurdistanê qedexeya derketina derve hat ragihandin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li 31 bajarên Tirkiyê qedexeya derketina derve hat ragihandin.
Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê da xuyakirin, di çarçoveya rêkarên hember Korona de, li 30 bajarên mezin û bajarê Zonguldakê, qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.
Da zanîn, qedexe bo heyama 48 demjimêran e û ji welatiyan daxwaz a pabendbûne tê kirin. Qedexe bajarên Diyarbekir, Wan û Mêrdînê yên bakurê Kurdistanê jî, li xwe digre.
C.B