Li Tirkiyê 95 kesên din bi Koronayê canê xwe jidest dan
Li Tirkiyê 95 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan û 5 hezar û 138 kesên din jî bi koronayê ketin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Tirkiyê 95 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan û 5 hezar û 138 kesên din jî bi koronayê ketin.
Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fehrettîn Koca amara 24 demjimêrên bûrî ya Koronayê ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 95 kesên din canê xwe ji dest dan û 5 hezar û 138 kesên din jî bi koronayê ketin.
Bi vî şêweyî li Tirkiyê hejmara kesên bi koronayê canê xwe ji dest dane gihişt hezar û 101 kesan, yên bi koronayê ketine gihişt 52 hezar û 167 kesan, yên baş jî bûne gihişt 2 hezar û 138 kesan.
Li Tirkiye di çarçoveya rêkarên li hember vîrusa Korona de, li 30 bajarên mezin û bajarê Zonguldakê, qedexeya derketina derve ji bo 48 demjimêran hatibû ragihandin.
S. B