Li Bakur û Tirkiyê kesên pabendî qedexeyê nebin tên girtin
Piştî ku li Tirkiye û bakurê Kurdistanê bo 31 bajaran qedexeya derketina derve hat ragihandin, kolan û cade vala bûn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Piştî ku li Tirkiye û bakurê Kurdistanê bo 31 bajaran qedexeya derketina derve hat ragihandin, kolan û cade vala bûn. Pabendiya qedexeyê di asteke jor de ye û kesên pabend nabin jî tên sizadan. Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê jî dibêje, her çend hejmara pêketiyan bilind be jî, nexweşên giran kêm in.
Bi ragihandina qedexeya derketina derve bo 31 bajarên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê re, kolan û cadeyên bajaran vala bûn. 15 milyon şêniyên Stenbolê vekişiyan malên xwe û digel deverên dîrokî û meydanên mezin, cadeyên sereke jî vala bûn.
Qedexeya derketina derve, du demjimêr beriya cîbicîkirinê hat ragihandin. Ji ber vê welatiyan berê xwe dan markêt û nanxaneyan. Li gelek deveran alozî derketin. Endamekî desteya zanistiya Tirkiyê dide xuyakirin, divê kesên wê demê derketine derve xwe karantîn bikin.
Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê dibêje, her çend hejmara Tirkiyeyê bilind bûye jî, hejmara kesên di çavdêriya çir de ne kêm dibe.
Wezîrê Tendirustiyê Fehretîn Koca dibêje: "Mijarên Tirkiye ji welatên din cuda dike, hejmara nexweşên razayî, yên di binçavdêriya çir de û yên girêdayî cîhazê bûn. Hê berê meyla kêmbûnê hebû. îro yekemcar hejmara kesên hatine razandin, ji yên hatine derxistin kêmtir e. Her weha dema mayîna di bin çavdêriya çir de jî kêmtir dibe."
Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Silêman Soylu jî bersiva rexneyên derbarê biryarê de da û got, wî pêşbînî nekiriye ku dê xelk berê xwe bide markêt û nanxaneyan.
Li Stenbolê kesekî xwest bikeve markêtê, lê polîsan rê neda û di aloziyê de bi demançeyê polîsan du polîs birîndar bûn û kesê xwestiye bikeve markêtê jî hate kuştin.
Li aliyê din, hewlên binpêkirina qedexeyê jî berdewam dikin. Polîsan eriş birin ser berberek ku li kogehê cih vekiriye û ji ber binpêkirinê sizaya pereyê bi wan hate dayîn.
Li Bakurê Kurdistanê bajarê Rihayê, polîs nahêlin qedexe were binpêkirin û bi vê armancê kolan bi kolan digerin. Lê taybet zarok pabendî biryarê nabin. Polîs hewl didin zarokan bigrin, lê zarok jî xwe bi asanî radest nakin.
Li gor agahiyan, ji ber binpêkirinê bo hezaran kesan siza hatiye dayîn ku qedexe binpê kirine.
S. B