Li Tirkiyê 97 kesên din bi Koronayê canê xwe jidest dan

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 97 kesên din bi koronayê canê xwe ji dest dan û 4 hezar û 789 kesên din jî bi koronayê ketin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê duhî 97 kesên din bi koronayê canê xwe ji dest dan. 

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fehrettin Koca amarên 24 demjimêrên bûrî yên pêketin û mirina bi vîrusa Koronaya Nû COVID-19 ragihandin.

Koca ragihand di 24 demjimêrên bûrî de 97 kesên din canê xwe ji dest dan û 4 hezar û 789 kesên din jî bi koronayê ketin.

Bi vî şêweyî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hêjmara kesên bi koronayê canê xwe ji dest dane gihişt hezar û 198 kesan, yên bi koronayê ketine gihiştiye 56 hezar û 956 kesan, yên baş jî bûne gihiştiye 2 hezar û 96 kesan.

Di pêvajoya bergiriyên li hember Koronayê de ye, qedexeya çûnûhatinê bo heyama 48 demjimêran li 31 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de hatibû ragihandin, nîva şeva bûrî jî bidawî bûbû.

 

S. B