Erdogan destvekişandina Wezîrê Navxwe red kir
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan, destvekişandina Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu red kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan, destvekişandina Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu red kir.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu şeva bûrî li ser hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” nivîsîbû: Tevahiya berpirsatiya bicihkirina biryara qedexeya çûnûhatinê digirime stûyê xwe, ku armanc jê, rêgirtina li belavbûna Korona bû.
Herwiha nivîsî: Bicihkirina biryara qedexeya çûnûhatinê di demeke hestiyar de hat, ji bo rêgirtin li belavbûna vîrusa Korona bû, ez hemû berpirsatiyê digirim stûyê xwe. Dîmenên destpêkê hatine dîtin, bi vê qonaxa ku bi başî hatiye birêvebirin re hev nagirin.
Got jî: Lêborînê ji gelê xwe yê ezîz dixwazim, ne armanca min bû ziyanê bigihimîn, lêborînê ji Serokomar dixwazin û heta dawiya temenê xwe jê re dilsoz dimînin.
Suleyman Soylu li twittera xwe daxwaz ji Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan kiribû, ku wî ji erkê wî efu bike.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, wek pêngavekê bo rêgirtina li belavbûna vîrusa Koronayê, roja Înê qedexeya çûnûhatinê bo 48 demjimêran li 31 bajara ragihandibû.
Ev biryar ku berî du demjimêran ji dema qedexeyê hatibû ragihandin, hîşt ku qerebalixî li bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê çê bibe û Wezîrê Navxwe jî rastî gelek rexne û nerazîbûnan hatibû.
Li gor daxuyaniya Serokomariya Tirkiyê, Wezîrê Navxwe yê wî welatî Suleyman Soylu nameya destvekişandina xwe pêşkêşî Erdogan kiriye, lê belê Erdogan jê re gotiye ku ew daxwaza wî red dike û pêwîst e li ser erkê xwe berdewam be.
S. B