Soylu: Li ser karê xwe berdewam dibim
Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu da xuyakirin, ewê bi heman biryarbûnê karê xwe berdewam bike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu da xuyakirin, ewê bi heman biryarbûnê karê xwe berdewam bike.
Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylu, duhî êvarê hemû berpirsiyariya bûyerên şeva Înê yên beriya qedexeya derketina derve girtibûn stûyê xwe û destjikarvekêşana xwe ragihandibû.
Serokomarê Tirkiyeyê Receb Tayîp Erdogan destjikarvekişandina Soylu qebûl nekir û daxwaza berdewamiya karê wî kir.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, wek pêngavekê bo rêgirtina li belavbûna vîrusa Koronayê, roja Înê qedexeya çûnûhatinê bo 48 demjimêran li 31 bajara ragihandibû.
Ev biryar ku berî du demjimêran ji dema qedexeyê hatibû ragihandin, hîşt ku qerebalixî li bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê çê bibe û Wezîrê Navxwe jî rastî gelek rexne û nerazîbûnan hatibû.
Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylu, îro peyameke nû belav kir û da xuyakirin, ewê bi heman biryarê karên xwe berdewam bike.
S. B