Tirkiye.. 98 kesên din bi koronayê canê xwe jidest dan
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê duhî 98 kesên din bi koronayê canê xwe ji dest dan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê duhî 98 kesên din bi koronayê canê xwe ji dest dan.
Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fehrettîn Koca amara 24 demjimêrên borî ya koronayê ragihand, ku di 24 demjimêrên bûrî de 98 kesên din canê xwe ji dest dan û 4 hezar û 93 kesên din jî bi koronayê ketin.
Bi vî awayî, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hejmara kesên bi Koronayê canê xwe ji dest dane gihişt 1 hezar û 296 kesan, yên bi koronayê ketine jî gihişt 61 hezar û 49 kesan, yên baş jî bûne gihişt 3 hezar û 957 kesan.
S. B