CHP derbarê yasa ya kêmkirina sizayan serî li dadgeha destûrê dide
CHP, bi armanca betalkirina yasaya kêmkirina sizayan serî li Dadgeha Destûrê dide.
K24- Hewlêr
CHP, bi armanca betalkirina yasaya kêmkirina sizayan serî li Dadgeha Destûrê dide.
Cîgirê Serokê CHPê Engîn Ozkoç da xuyakirin, Yasaya kêmkirina sizayan, ku bi dengên AK Partî û MHPê hatiye qebûlkirin, mafê wekheviyê binpê kiriye û bi armanca betalkirinê ew dê serî li Dadgeha Destûrê bidin ku, dest bi amadekariyan kirin e.
Da zanîn, di Parlamentoya Tirkiyê de 600 parlamenter hene, lê yasa bi 279 dengan hatiye qebûlkirin. Da zanîn, yasa sizayên siyasetmedar, rojnamevan, nivîskar û kesên ji ber hizrên xwe di zîndanê de ne, kêm nake. Lê sizaya kujer û diz û bertîlxuran kêm dike. Ew, vê yekê li dijî mafê wekheviyê dibîn in.