Li Tirkiyê proseya berdana beşek ji girtiyan destpê kir
Serokomarê Tirkiyê, yasaya kêmkirina sizayê pejirand û di çarçoveya yasayê de, proseya berdana 90 hezar girtiyan destpê kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyê, yasaya kêmkirina sizayê pejirand û di çarçoveya yasayê de, proseya berdana 90 hezar girtiyan destpê kir. Girtiyên siyasî ji yasayê sûd wernagirin û CHP bi armanca betalkirina yasayê ku pîvana wekheviyê binpê kiriye, serî li Dadgeha Destûrê da.
Yasaya kêmkirina sizayan li Parlamentoya Tirkiyeyê, piştî gengeşekirina heft rojan hat qebûlkirin û ji hêla Serokomarê Tirkiyê ve hat pejirandin. Piştî ku yasa di rojnameya fermî de hat belavkirin, proseya berdana girtiyan destpê kir.
Li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nêzîkî 90 hezar girtî di çarçoveya yasayê de, tên berdan. Li Zîndana Semsûrê, proseya berdana 332 girtiyan destpê kir. Her weha 719 girtiyên ku di girtîxaneyên vekirî de ne, bo heyama du mehan tên bi moletê hatin berdan.
Bi yasaya nû, kesên bi tometên endamtî û alîkariya rêxistinên terorê hatine tometbarkirin nayên berdan. Partiyên dijbere rexne li desthilatê digrin ku, bi yasayê bertîlxur û diz û destdirêj tên berdan, lê parêzvanên mafên mirovan, siyasetmedar, rojnamevan bi tometa terorê di zîndanê de tên hîştin.
CHP, bi armanca betalkirina yasayê ku pîvanan wekheviyê binpê kiriye, serî li Dadgeha Destûrê da. Niha li zîndanên Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê nêzîkî 300 hezar girtî hene û belavbûna vayrosa korona li ser zîndanan jî metirsiyeke mezin e.
S. B