Li pêşiya Tirkiyê 10 rojên hestyar hene

Vevrosa koronayê kul i welatê Çînaê belavbûye seranserê Cîhanê ji bo hemû welat weke gefekê mezin e hemû welat ji bo dîtina dermanê vê veyrosê din ava livûtevgeriyê de ne.

K24- Enqere

Vevrosa koronayê kul i welatê Çînaê belavbûye seranserê Cîhanê ji bo hemû welat weke gefekê mezin e hemû welat ji bo dîtina dermanê vê veyrosê din ava livûtevgeriyê de ne. Yek ji wan welatan Tirkiyeye. Lê belê pisporên Tirkiyê dibêjin bila rayagiştî carê ji van xebatan bihêvî nebe heyamek dirêj pêwîst dike bo dîtina derman û 10 rojên bê ji bo Tirkiyê gellek krîtîk e. Hin pispor jî dibêjin gel hêz temamî pabendî bergiriyan nebûne loma li Tirkiyê ev veyros zêde belav dibe.

Li Tirkiyê aliyê hikûmet bergiriyên nû radigihîne aliyekê jî wezareta tenduristiya Tirkiyê û bijîşk xebatan dikin ku pêşiya veyrosa koronayê bê girtin û dermanê vê bê peydakirin. Lê belê ji aliyê Rêxistina Tendûsristiya Cîhanê û wezîrê tenduristiya Tirkiyê Fahretîn Koca ve hate ragihandin ku heyameke krîtîk li pêşiya Tirkiyê ye. Gelo li Tirkiyê xebatên ji bo dîtina dermanê vê veyrosê di çi astê de ne? dê çi çax ev veyros bigehêje aste herî jor û ji ber çi?

Derbarê bersiva van pirsan de bijîkê zankoya zanistên Tenduristiyê û lêkolînên biyolojik Mesut Ortatatli diyar kir ku li pêşiya Tirkiyê 10 rojên krîtîk hene û di warê peydakirina derman dibêje bila rayagiştî carê zêde bi hêvî nebe.

Mesut Ortatatli –bijîşk- Got: gorî xebatên ku em niha li gel wezareta tenduristiyê pêk tînin di nava hefteyek, 10 rojan de rêjeya pêketina veyrosa koronayê li Tirkiyê dê bigehêje asta herî jor. Dane û raportên ber destê me vê yekê nîşan dide. Li êşiya me 10 rojên krîtîk hene. Hêj li Tirkiyê gelle zûye ku mirov ji peydakirina aşiyê bi hêvî be. Ger aşiyek bê peydakirin jî heta ku tê ceribandin û bikar anî dîsa jî salek û nîv derbas dibe. Ji ber vê çendê jî ya herî baş ev ku em jiyana xwe heta heyamekê hêdî û bisebir bijîn.

Bi boçûna Prof.Dr. Levent Kenar jî ku serokê beşa zanistên tenduristiyê ye li pêşiya tevahiya cîhanê 4- 5 meh hene ku temamî ji vê veyrosa koronayê xelas bibe û li Tirkiyê jî ji ber ku gel pabandî bergiriyan nabin û xemsar tevdigerin ev veyros belav dibe.

Prof.Dr.Levent Kenar –bijîşk- dibêje: Piştî ku biryara qedexeya derketina derve hate ragihandin gel bêyî ku bergiriyên xwe verbigre derket kolanan û niha jî tevî agahdarî û hişyariyan jî gel derdikeve kolanan. Ev yek jî dibe sedem ku veyros di nava gel de belav bibe. Li pêşiya me 4-5 mehên girîng hene û ya pêwîst ew e ku gel

pabendî bergiriyan be, dewlet jî bi awayekî lezgîn pêdiwiyên gel yên weke maske û lepikan dabîn bike.

Veyrosa koronayê niha li 185 welatan belav bûye û Tirkiye jî bi 66 hezar pêketin û bi hezar û 403 miriyan di nava van welatan de di rêza 9an de ye. Û ji bo ku ev veyros li Tirkiyê belav nebe ji 31 bajarên Tirkiyê û bakurê Kurdistanê her hefte du rojan, rojên şemî û yekşemê qedexeye derketina kolanan hatiye ragihandin.