Tenduristîya Tirkiyê: Tomarkirina 4,281 tûşbûyên nû û 115 haletên mirinê
Evro Wezareta Tenduristîya Tirkiyê ragahend, di 24 demjimêrên burî de, 115 haletên mirinê û 4,281 haletên nû yên tûşbûnê bi Varosa Koronayê li wî welatî hatin tomarkirin.
K24- Hewlêr
Evro Wezareta Tenduristîya Tirkiyê ragahend, di 24 demjimêrên burî de, 115 haletên mirinê û 4,281 haletên nû yên tûşbûnê bi Varosa Koronayê li wî welatî hatin tomarkirin.
Bi vê yekê jî hejmara tevaya mirîyan bi sedema Vayrosa Koronayê li wî welatî gehişte 1,518 kesan û hejmara tevaya tûşbûyan jî gehişte 69,392 kesan.
Wezîrê tenduristîya Tirkiyê, Fexredîn Qoce got: Hejmara kesên ji Koronayê çêvebûne gehişte 5,674 kesan piştî ku di 24 demjimêrên burî de, 875 nexweş çêvebûn.