Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê, bo 31 bajaran, rojên şemî û yekşemê qedexeya derketina derve hat ragihandin

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê, bo 31 bajaran, ji bo rojên şemî û yekşemê qedexeya derketina derve hat ragihandin. Wezareta Navxweyî da xuyakirin, nanxane, binkeyên tendirustî û dermanxane vekirî dimîn in.

K24- Hewlêr

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê, bo duyemîn car, di 2 rojên dawiya hefteyê de, qedexeya derketina derve bo 31 bajaran tê ragihandin. Ji ber aloziyên di qedexeya berê de rû dabûn dubare nebin, Wezareta Navxweyî danezanek belav kir.

Da xuyakirin, bi beşdariya Parêzgar, qeymeqam û şaredar û desteyên tendirustiyê komîteyek rêvebirinê tê sazkirin û di dema qedexeyê de, hemû berpirsiyarî liser wê komîteyê ye.

Herweha hat ragihandin, di dema qedexeyê de, nanxane, dermanxane û hemû binkeyên tendirustî yên ehlî û hikûmî vekirî dimînin.