Li Tirkiyê 121 kesên din bi Korona canê xwe jidest dane
Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê. Koca da zanîn 121 kesên din ji ber Koronayê li Tirkiyê canê xwe jidest dane.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê. Koca da zanîn 121 kesên din ji ber Koronayê li Tirkiyê canê xwe jidest dane.
Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca li twittera xwe amarên 24 demjimêrên dawî yên Koronayê li Tirkiyê aşkere kir, 3783 kesên din bi vîrusa Korona ketine û 121 kesan jî canê xwe jidest dane.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Tirkiyê bi vîrusa Korona ketine gihîşt 82 hezar û 329 kesan û 1 hezar û 890 kesan jî canê xwe jidest dane.
Wezîrê Tenduristiyê da zanîn jî, hejmara kesên ji nexweşiya Korona Korona baş bûne jî gihîştiye 10 hezar û 453 kesan.
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê qedexeya çûnûhatinê ya sînodarkirî bo roja Şemî û Yekşemê hatiye ragihandin.
S. B