Qedexeya di navbera 31 bajarên Tirkiye û Bakur de hat dirêjkirin
Ketin û derketina 31 bajarên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê bo heyama 15 rojan hat qedexekirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Ketin û derketina 31 bajarên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê bo heyama 15 rojan hat qedexekirin.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê di çarçoveya rêkarên rûbirûbûna koronayê de, ketin û derketina 30 bajaranên mezin yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê qedexe kir.
Wezareta Navxwe da zanîn, qedexe bo heyama 15 rojan e û bêyî kesên molet pê hatine dayîn, hatûçûnê hatiye qedexekirin.
Qedexe, 8 bajarên Bakurê Kurdistanê yên wek Mereş, Dîlok, Meletî, Riha, Diyarbekir, Mêrdîn, Erzirom û Wanê jî li xwe digre.
S. B