342 welatiyên Tirkiyê li derve bi Korona canê xwe jidest dane
Wezîrê Derve yê Tirkiyê dibêje, 342 welatiyên wan li derveyî Tirkiyeyê bi vîrusa Korona canê xwe ji dest dane.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Tirkiyê dibêje, 342 welatiyên wan li derveyî Tirkiyeyê bi vîrusa Korona canê xwe ji dest dane.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu da xuyakirin, pêvajoya anîna welatiyên wan ji derve berdewam dike û wan 105 geştên nû bo 72 welatan plan kirine.
Da zanîn, heta niha 342 welatiyên wan li derveyî Tirkiyê bi Koronayê canê xwe ji dest dane. Çavuşoglu got, heta niha ji 74 welatan, zêdetirî 25 hezar welatî bo Tirkiyê hatine veguhestin û hewl didin 20 hezarên din jî bînin.
Çavuşoglu got, heta niha 116 welatan ji wan alîkariya kelûpelên tendirustiyê xwastine û karîne alîkariyan ji bo 44 welatan bişînin.
S. B