Li Tirkiye û Bakur qedexeya çûnûhatinê bo 4 rojan tê ragihandin

Li 31 bajarên mezin yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bo heyama çar rojan qedexeya derketina derve tê ragihandin. Ji ber Remezanê, markêt û nanxane bi awayeke sînordar vekirî dimînin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li 31 bajarên mezin yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bo heyama çar rojan qedexeya derketina derve tê ragihandin. Ji ber Remezanê, markêt û nanxane  bi awayeke sînordar vekirî dimînin.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê da xuyakirin, danezana qedexeya derketina derve ya bo 23, 24, 25 û 26'ê Nîsanê bo 81 parêzgaran hatiye şandin.

Da zanîn, ji bo 30 bajarên mezin û Zonguldakê qedexeya derketina roja pêncşemê destpê dike û Yekşem jî di nav de 4 roj berdewam dike. Li gor danezanê, pêncşem û înê bi aweke sînordar markêt û somunxane vekirî dimînin, lê di rojên şemî û yekşemê de, derketina derve bi temamî qedexe ye.

Qedexe heşt bajarên mezin yên Bakurê Kurdistanê, Mereş, Dîlok, Riha, Meletî, Erzirom, Diyarbekir, Wan û Mêrdîn jî li xwe digre.

Pêştir û ji bo 2 hefteyan rojên Şemî û Yekşeman qedexeya çûnûhatinê li 31 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dihat ragihandin.

 

 

 

S. B