Li Tirkiyê 119 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 119 kesên din bi koronayê canê xwe ji dest dan û 4 hezar û 611 kesên din jî bi koronayê ketin.

K24- Hewlêr

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 119 kesên din bi koronayê canê xwe ji dest dan û 4 hezar û 611 kesên din jî bi koronayê ketin.

Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fexredîn Koca amara 24 demjimêrên borî ya koronayê ragihand. Koca ragihand di 24 demjimêrên borî de 119 kesên din canê xwe ji dest dan û 4 hezar û 611 kesên din jî bi koronayê ketin.

Bi vî şêweyî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hêjmara kesên bi koronayê canê xwe ji dest dane gihişt du hezar û 259 kesan, yên bi koronayê ketîn gihişt 95 hezar û 591 kesan.