Amerîka ji ber S-400 gefa danîna dorpêçan li Tirkiyê dike

Tirkiye aktîvkirina sîstemên parastina asîmanî S-400, ku ji Rûsyayê kiribû, paş xist. Rayedarek Tirkiyê dibêje, paşxistin jiber belavbûna Vayrosa Korona ye û demkî ye. Wezareta Derve ya Amerîkayê careke din dubare dike, jiber sîstemên S-400an, Amerîka dê sizayên giran bi ser Tirkiye de bisepîne.

K24- Hewlêr

Tirkiye aktîvkirina sîstemên parastina asîmanî S-400, ku ji Rûsyayê kiribû, paş xist. Rayedarek Tirkiyê dibêje, paşxistin jiber belavbûna Vayrosa Korona ye û demkî ye. Wezareta Derve ya Amerîkayê careke din dubare dike, jiber sîstemên S-400an, Amerîka dê sizayên giran bi ser Tirkiye de bisepîne.

Berpirsekî ji Tirkiye bo ajansa Reutersê got, ji ber belavbûna vayrosa korona, hikûmeta Tirkiyeyê karakirina sîstemên berevaniya asîmanî S-400 paş xistiye ku biryar bû sîstem meha Nîsana were karakirin.

Berpirsê pilebilindê Tirkiyeyê dide zanin, ev paşxistin jiber rêkarên rûbirûbûna koronayê ye, tenê dema aktîvkirinê hatiye paşxistin ne ku Tirkiye li ser biryara xwe ye.

Her çend Wezareta Bergiriya Tirkiyeyê derbarê paşxistinê de agahiyeke fermî nedaye jî, rayedarê Tirkiyeyê dibêje, tê payîn piştî çend mehan sîstem were karakirin.

Li aliyê din, Peyvdara Wezareta Derve ya Amerîkayê Morgan Ortagus da xuyakirin, hember aktîvkirina sîstemên s-400, ew di asta herî jor de dorpêçan dinirxînin.

Ortagus jî bo Reutersê da xuyakirin, di çarçoveya yasaya CAATSAyê de, Amerîka bo Tirkiyeyê amadekariya dorpêçên berfireh dike. Da zanîn, kirîna sîstemên S-400 li pêş pêwendiyên du alî û yên bi NATOyê re astengiyeke mezin e û ew bibawer in, Serokomar Erdogan û rayedarên Tirkiyeyê helwesta wan ya derbarê mijarê de fêm kirine.

Amerîka ji ber kirîna sîstemê, radestkirina firokeyên F-35 bo Tirkiye rawestand û Tirkiye ji projeyê hat derxistin.

Tirkiye bi hinceta ku Amerîka sîstemên patriot bo Tirkiye nafiroşe, bi Rûsyayê re bo kirîna sîstemên S-400 rêkeftibû û yekem karwana sîstemê 12'ê Tîrmeha 2019'ê gihiştibû Enqereyê.

Serokomarê Tirkiyeyê dabû xuyakirin, hemû parçeyên sîstemê gihiştine Tirkiyeyê û meha Nîsanê ewê aktîv bikin.