Li Tirkiyê 117 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 117 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 117 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan.
Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fexredîn Koca amara 24 demjimêrên bûrî ya Koronayê ragihand. Koca ragihand di 24 demjimêrên borî de 117 kesên din canê xwe ji dest dan û 3 hezar û 83 kesên din jî bi Koronayê ketin.
Bi vî awayî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hejmara kesên bi koronayê canê xwe ji dest dane gihişt 2 hezar û 376 kesan, yên bi koronayê ketin gihişt 98 hezar û 674 kesan û yên baş jî bûne gihîşt 16 hezar û 477 kesan.
Ji bo rêgirtina li belavbûna zêdetir a vîrusa Korona, ji îro ve li 31 bajarên mezin yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bo heyama çar rojan qedexeya derketina derve destpê dike
S. B