Li Tirkiyê hejmara mirina bi Korona zêde dibe
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 99 kesên din bi koronayê canê xwe ji dest dan û 2 hezar û 357 kesên din jî bi koronayê ketin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 99 kesên din bi koronayê canê xwe ji dest dan û 2 hezar û 357 kesên din jî bi koronayê ketin.
Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fexredîn Koca amara 24 demjimêrên borî ya koronayê ragihand. Koca ragihand di 24 demjimêrên bûrî de 99 kesên din canê xwe ji dest dan û 2 hezar û 357 kesên din jî bi koronayê ketin.
Bi vî awayî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hejmara kesên bi koronayê canê xwe ji dest dane gihişt 2 hezar û 805 kesan, yên bi koronayê ketîn gihişt 110 hezar û 130 kesan, yên baş jî bûne gihşt 29 hezar û 140 kesan.
S. B