Li Tirkiyê nêzîkî 3 hezar kesî bi Koronayê canê xwe jidest dane

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hejmara pêketin û mirina bi vîrusa Korona zêde dibe û duhî 92 kesên din canê xwe jidest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hejmara pêketin û mirina bi vîrusa Korona zêde dibe û duhî 92 kesên din canê xwe jidest dan.

Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fexredîn Koca amara 24 demjimêrên bûrî ya koronayê ragihand, 92 kesên din canê xwe ji dest dan û 2 hezar û 392 kesên din jî bi koronayê ketin.

Bi vî awayî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hejmara kesên bi Koronayê canê xwe jidest dane gihişt 2 hezar û 992 kesan, yên bi koronayê ketine jî gihişt 114 hezar û 653 kesan.

Diyar kir jî, hejmara kesên ji nexweşiya Korona baş bûne, gihştiye 38 hezar û 809 kesan.

Ji aliyekî din ve jî, Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Ebdulhemîd Gul da xuyakirin, li 4 girtîxaneyên cuda, 120 girtî bi vîrusa Korona ketine. 

 

S. B