Ewropa daxwaza serastkirina yasaya “lêborînê” ji Tirkiyê dike

Parlamena Ewropa, ji hikûmeta Tirkiye dixwaze gaveke zûtir yasaya lêborînê sererast bike, ta siyasetmedar û rojnamevanên bi terorê tên tometbarkirin jî werin azadkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlamena Ewropa, ji hikûmeta Tirkiye dixwaze gaveke zûtir yasaya lêborînê sererast bike, ta siyasetmedar û rojnamevanên bi terorê tên tometbarkirin jî werin azadkirin.

Parlamena Ewropa bi daxuyaniyek bang li hikûmeta Tirkiyeyê dike, ji bo sererastkirina yasaya lêborînê ku bi armanca vîrusa Korona hatiye derxistin sererast bike, ji ber ku yasa heye, mafên wekhevî yên girtiyan binpê dike.

Di daxuyaniyê de gotinên raporterên çavdêriya Tirkiyeyê tên bibîrxistin, ku berdana 90 hezar girtiyan ji zîndanan bi erênî hatiye pêşwazîkirin, lê bi heman yasayê mafên beşek ji girtiyan jî hatine binpêkirin.

Parlamena Ewropa dide xuyakirin, bi tometên terorê gelek siyasetmedar, rojnamevan, parêzvanên mafên mirovan hatine zîndankirin û di yasayê de mafê wekheviyê hatiye binpêkirin.

Di nîvê vê mehê de li Tirkiyê û di çarçova pêşîlêgirtina li belavbûna vîrusa Koronayê, yasaya kêmkirina sizayê hat pejirandin û li gor wê yasayê, proseya berdana 90 hezar girtiyan destpê kir. Lê girtiyên siyasî sûde ji  wê yasayê wernagirin.

 

S. B