Koca: Amarên me yên derbarê Koronayê de rast in
Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê da xuyakirin, ew mirinên ji vîrusa Korona venaşêrin û heger weha be, tendirustiya welatiyan dikeve metirsiyê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê da xuyakirin, ew mirinên ji vîrusa Korona venaşêrin û heger weha be, tendirustiya welatiyan dikeve metirsiyê.
Wezîre Tendirustiyê yê Tirkiyeyê Fehretin Koca, piştî civîna Desteya Zanistî ya Rûbirûbûna Koronayê da xuyakirin, hin alî dixwazin mijara Korona û rêkaran ji bo siyasetê bikar bînin û ji bo vê jî îdîayên şaş tên rojevê.
Da xuyakirin, amarên tên ragihandin, ji hêla bijîşkên pispor ve tên amadekirin û got, ew ne daneyên Wezareta Tendirustî ne, ew ji hêla pisporan ve tên amadekirin û divê bawerî bi keda wan hebe.
Koca got, li gor heman demên sala bûrî, asta mirinan zêde ne û ew li gor pîvanên Rêxistina Tendirustiya Cîhanê tevdigerin.
Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiye rojane amarên derbarê vîrusa Korona de radigihîne, lê hin pispor û Yekîtiya Jureya Bijîşkên Tirkiyê û beşek ji welatiyan dibêjin ku baweriya wan bi wan amaran nayê û wan amaran rasteqîne nabînin. Li gor wan hejmara kesên mirine û tûşî Koronayê bûne hîn zêdetirin.
S. B