Li Tirkiyê zêdetir ji 7 hezar karmendên tendirustiyê bi Vayrosa Korona ketin e.

Li Tirkiyê zêdetir ji 7 hezar karmendên tendirustiyê bi Vayrosa Korona ketin e.

K24- Hewlêr

Li Tirkiyê zêdetir ji 7 hezar karmendên tendirustiyê bi Vayrosa Korona ketin e.

Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fexredîn Koca da xuyakirin, li tevahiya Tirkiyê 7 hezar û 428 karmendên tendirustiyê bi Vayrosa Korona ketin e. Koca got, li Tirkiyê 1 mîlyon û 100 hezar karmendên tendirustiyê hene û mixabin ev hejmarek pir bilind e.

Da zanîn, ev dike ji sedî 6,5 ê hemû pêketiyên Koronayê û got, li Ewropayê ev rade ji sedî 10'ê zêdetir e.

Koca got, li bajarên hejmara pêketiyan kêm e, hewl didin rêkarên tendirustiyê sist bikin û jiyana rojan e asayî bikin.