Tirkiye: Bi sedema belavbûna Vayrosa Koronayê cêgîrkirina S-400 hatîye rawestandin
Bi sedema belavbûna Vayrosa Koronayê, Tirkiyê cêgîrkirina sîstema bergirîya mûşekî S-400 paş dixe.
K24- Hewlêr
Bi sedema belavbûna Vayrosa Koronayê, Tirkiyê cêgîrkirina sîstema bergirîya mûşekî S-400 paş dixe.
Tevî hoşdarî û gefên Emerîkayê bi sepandina sizayên nû bi ser Tirkiyê re, lê peyivdarê serokatîya Tirkiyê Îbrahîm Kalin di civînekê de li gel NATOyê eşkera kir, ku bi sedema belavbûna Vayrosa Koronayê, pilana cêgîrkirina sîstema S-400 rawestandine, lê di dema dahatî de; dê wê pilanê cîbicî bikin.
Kalin debarê hoşdarî û gefên Emerîkayê got: Receb Teyîb Erdogan çendîn caran ji Donald Tiremp re gotîye, ku Enqere dixwaze sîstema bergirîya mûşekî Patiryot jî bikirre.