Li Tirkiyê 64 kesên din bi Koronayê canê xwe jidest dan

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê heta niha 3 hezar û 461 kesan bi vîrusa koronaya nû COVID-19 canê xwe jidest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê heta niha 3 hezar û 461 kesan bi vîrusa koronaya nû COVID-19 canê xwe jidest dan.

Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fexredîn Koca ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 1 hezar û 614 kesên din bi vîrusa Korona yê ketin û 64 kesên din jî canê xwe ji dest dan.

Bi vî awayî, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hejmara kesên bi Koronayê ketine, gihişt 127 hezar û 659 kesan. Herwiha hejmara kesên canê xwe jidest dane jî gihişt 3 hezar û 461 kesan.

Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê amarên her bajarekî belav nake, lê Serokê Jûra Bijişkan a Diyarbekirê ji K24ê re dabû zanîn, li gor zanyariyên wan, heta niha li Diyarbekirê di navbera 500 ta 550 kesan bi vîrusa Koronayê ketine, nêzîkî 24 kesan jî canê xwe jidest dane.

 

S. B