Dadgeha Tirkiyê sizaya zîndankirina Selma Irmak pejirand

Dadgeha Bilind a Tirkiyê, sizaya zîndanîkirina 7 sal û 6 mehan ku bo parlamentera berê ya HDPê Selma Irmak hatibû dayîn, pejirand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Dadgeha Bilind a Tirkiyê, sizaya zîndanîkirina 7 sal û 6 mehan ku bo parlamentera berê ya HDPê Selma Irmak hatibû dayîn, pejirand.

Parlamentera berê ya HDPê Selma Irmak, ji ber kar û xebatên bi navê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), bi tometa endamtî û bangeşeya rêxistina terorê, ji hêla Dadgeha Sizaya Giran ya Diyarbekirê ve bi 7 sal û 6 meh sizaya zîndanîkirinê hatibû sizadan.

Dadgeha Bilind a Tirkiyê, lêkolînên li ser dosyeya Selma Irmak bidawî kirin û biryara dadgeha sizaya giran di cîh de dît. Dadgeha Bilind, KCD wek rêxistineke girêdayî KCK û rêxistina terorê binav kir û da xuyakirin, Selam Irmak erkên xwe yên parlamentertiyê jî xerap bikar anîne.

Kongreya Civaka Demokratîk, di proseya aştiyê de wek rêxistineke rewa hatibû qebûlkirin û nûnerên kongreyê beşdarî civînên hikûmetê bibûn.

 

S. B