Bijîşkên Enqerê: Nabe rêkarên rûbirûbûna Korona bêne sistkirin
Serokê Jûra Bijîşkên Enqerê da xuyakirin, pêşbînî dikin li Tirkiyê 500 hezar pêketiyên bi vîrusa Korona hebin û heger rêkar bên sistkirin, dê ev hejmar bigihe yek milyon kesan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Jûra Bijîşkên Enqerê da xuyakirin, pêşbînî dikin li Tirkiyê 500 hezar pêketiyên bi vîrusa Korona hebin û heger rêkar bên sistkirin, dê ev hejmar bigihe yek milyon kesan.
Serokê Jûra Bijîşkên Enqerê Vedat Bulut ragihand, hikûmet dixwaze ji ber sedemên aborî gavek zûtir rêkaran sist bike û bal kişand li ser metirsiya belavbûna vayrosê.
Bulut got, heta nivê Hezîranê, nabe asayîkirinê bên avêtin, heger weha be, dê hejmara pêketiyên bi vîrusa Korona bi awayekî bilez bilind bibe.
Da zanîn, her çend e niha li Tirkiyê hejmara pêketiyan nêzîkî 130 hezar kesan tê ragihandin jî, di rastiyê de ev hejmar nêzîkî 500 hezar kesan e û divê rêkar neyên sistkirin.
Bulut her weha got, ew di mehên Payîza bê de li benda pêla duyemîn ya vîrusa Koronayê ne.
Li Tirkiyê bergiriyên bo rûbirûbûna vîrusa koronayê hêdî hêdî tên sistkirin. Taybet qedexeya derketina derve ya li ser kesên ji 65 salî mezintir û yên ji 20 salî biçûktir di parlamenê de tê nîqaşkirin.
S. B