Ji bo Mehmud Alinak sizaya heta hetayî tê xwestin
Alinak ji bo Netewên Yekgirtî daxwaznameyek şandibû û xwestibû zimanê Kurdî li Tirkiyeyê wek zimanê fermî bê naskirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Ji bo siyasetmedarê Kurd Mehmud Alinak sizaya heta hetayî tê xwestin.
Doznameya derbarî Parlamerterê Berê û Siyasetmedarê Kurd Mehmud Alinak de hatiye amadekirin, temam bû. Lihevanîna malbatên nakok, daxwaza fermîkirina zimanê Kurdî wek kiryarên tawanê tên binavkirin.
Siyasetmedar Alinak, 17'ê Sibatê bi tometa parçekirina beşek ax a dewleta Tirkiye, xerakirina yekîtî û lawazkirina serweriya siyasi tê tometbarkirin.
Alinak ji bo Netewên Yekgirtî daxwaznameyek şandibû û xwestibû zimanê Kurdî li Tirkiyeyê wek zimanê fermî bê naskirin.
C.B