Tirkiye: Welatî ji biryarên hukimetê liser sistkirina rêkaran ne razî ne
Biryarên hikûmeta Tirkiye di navbera welatiyan de dibin sedemê nîqaş û metirsiyan, ku pêketinên Korona zêde bikin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Bi biryara hikûmetê, li 7 bajarên Tirkiye û bakurê Kurdistanê qedexeya hatûçûna navbera bajaran hat rakirin. Her weha rê bo vekirina molan jî hat dayîn.
Biryarên hikûmetê di navbera welatiyan de dibin sedemê nîqaş û metirsiyan, ku pêketinên Korona zêde bikin.
Li gor rapirsiyek nû, ji sedî 85 welatiyên Tirkiye ji bo rûbirûbûna Koronayê, qedexeya derketina derve pêwîst dibîn in û ji sedî 79 jî karên xwe, beyî ku biçin ofîsan cîbicî dikin.
Li gor rapirsiya Zanîngeha Kadîr Has, ji sedî 73 welatiyên Tirkiyeyê ji belavbûnê metirsîdar in. Radeya kesên ne metirsîdar in ji sedî 20 kêmtir in. Li gor rapirsiyê, wek çareseriya takekesî, şûştina destan û derketina derve bes dibîn e.
Herçend piraniya welatiyan, daxistina dibistanan û nelîstina yariyên werzişî di cîh de dibîne jî, hikûmeta Tirkiyeyê biryar da, meha Hezîranê lîstikên futoblê destpê bikin.
Herweha rakirina qedexeya li ser molan jî bûye sedemê nîqaşan ku, aliyek bo belavbûna Vayrosê metirsîdar dibînin, aliyek jî di warê aboriyê de girîng dibîn in.
Serokê Jûra Bizîşkiya Enqereyê dide xuyakirin, li gor pêşbîniyên wan niha li Tirkiye û bakurê Kurdistanê 500 hezar pêketiyên Korona hene û eger rêkar werin sistkirin, di demek nêzîk de ev hejmar bigihe yek milyon kesan û bandora li ser civakê zêdetir bibe.
C.B