Pêşbînî dikin li Tirkiyeyê 500 hezar pêketiyên korona hebin
Serokê Jûra Pizîşkên Enqereyê da xuyakirin, pêşbînî dikin li Tirkiyeyê 500 hezar pêketiyên korona hebin û eger rêkar bên sistkirin, dê ev hejmar bigihe yek milyon kesan.
K24- Hewlêr
Serokê Jûra Pizîşkên Enqereyê da xuyakirin, pêşbînî dikin li Tirkiyeyê 500 hezar pêketiyên korona hebin û eger rêkar bên sistkirin, dê ev hejmar bigihe yek milyon kesan.
Serokê Jûra Pizîşkên Enqereyê Vedat Bulut got, hikûmet dixwaze ji ber sedemên aborî gavek zûtir rêkaran sist bike û bal kişand li ser metirsiya belavbûna vayrosê.
Bulut got, heta nivê Hezîranê, nabe asayîkirinê bên avêtin, eger weha be, dê hejmara pêketiyan bi awayeke lezgîn bilind bibe.
Da zanîn, her çend niha li Tirkiyeyê hejmara pêketiyan nêzîkî 130 hezar kesan tê ragihandin jî, di rastiyê de ev hejmar nêzîkî 500 hezar kesan e û divê rêkar neyên sistkirin.
Bulut her weha got, ew di mehên Payîzê de li benda pêla duyemîn ya vayrosa koronayê ne.