Li Tirkiyê 64 kesên din bi Koronayê canê xwe jidest dan
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 64 kesên din bi Koronayê canê xwe jidest dan û Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê dibêje, di têkoşîna li dijî koronayê de ew derbasî serdemeke nû bûne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 64 kesên din bi Koronayê canê xwe jidest dan û Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê dibêje, di têkoşîna li dijî koronayê de ew derbasî serdemeke nû bûne.
Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fexredîn Koca amara 24 demjimêrên borî ya koronayê ragihand û diyar kir, 2 hezar û 253 kesên din bi vîrusa Koronayê ketine û 64 kesên din jî canê xwe ji dest dane.
Bi vî awayî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hejmara kesên bi Koronayê ketine gihişt 131 hezar û 744 kesan. Herwiha yên canê xwe ji dest dane jî gihişt 3 hezar û 584 kesan.
Ji aliyekî din ve, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê got, di têkoşîna li dijî koronayê de ew derbasî serdemeke nû bûne ku hin rêkaran sist dikin û qedexên derketina derve firehtir dikin.
Herwiha da zanîn, ev naye wateya dawîbûna koronayê, heger welatî pabendî rêkaran nebin, egera destpêkirina pêla duyemîn ya belavbûna vîrusê jî heye.
S. B