Erdogan CHPyê bi danîna derbeyek nû tometbar dike
Li Tirkiyê di siyaseta navxweyî de nîqaşên kudateyeke nû û tasfiyeyê mijara veyrosa koronayê ya ku di rojeva hemû cîhanê de ye daye ji bîr kirin.
K24- Enqere
Li Tirkiyê di siyaseta navxweyî de nîqaşên kudateyeke nû û tasfiyeyê mijara veyrosa koronayê ya ku di rojeva hemû cîhanê de ye daye ji bîr kirin. Serokkomarê Tirkiyê Erdogan CHPê weke ku kudateyê dixwze sucdar kir û xwast ku CHP bê tasfiyekirin. Ji ber vê daxuyaniyê di navbera partiya muxalefetê CHP û partiya deshilatdar AKP nîqaşên tund rû didin û ev nîqaş di parlementoya Tirkiyê de jî têne rojevê. Parlementeran bersiva daxuyaniyên Erdogan dan û gotin deshilat bi gotonên ku bêbingeh in dixwazin qeyrana aborî ya li Tirkiyê bincil bikin. Herwiha parlementeran pirsî gelo dê çawa bikarin CHPê tasfiye bikin.
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan piştî derbarê têkoşîna li hember vayrûsa koronayê de proseya asayîbûnê ragihand, balkişand ser nîqaşên dawî û amaje kir; CHPê van dawiyan bi awayeke veşartî gefa kudateyekê li desthilatê dixwe. Herwiha Erdogan piştî van axaftinan got: divê CHPe were tasfîyekirin. Daxuyaniyên Erdoganî yên di vê derbarê de li parlamentoyê jî deng veda. Cîgirê serokatiya gruba CHPê Engîn Ozkoç li parlamentoyê bersiva axaftinên Erdoganî da û jê pirsî ka gelo ew dê CHPê çawa tasfiye bikin?
Cîgirê Serokatiya Gruba CHPê,Engîn Ozkoç got:"Yê ku hertim li dijî kudateyê rawestyayî em in. Niha divê hûn vê mijarê zelal bikin û bejin; ka gelo hûnê çawa partiya sereke ya opozîsyonê tasfiye bikin? Hûnê wek armanc nîşan bidin û herîş bibin ser parlamenteran? Hûnê heqaretê bikin û hûnê wan bavêjin zindanê yan na hûnê bi hêzên dewletê vê yekê bikin?"
Serokê gruba HDPê Saruhan Oluç jî li ser van axaftinan li parlamentoyê civîneke çapemeniyê lidarxist. Oluç amaje kir; di rewşa kudateyan de herî zêde ew mexdûr bûne ji loma li dijî kudateyekê jî dîsa karvedanên herî tûnd wan nîşandaye.
Serokê Gruba HDPê, Saruhan Oluç got: Niha desthilat bi van gotegotan hewl dide di hişmendiya civakê de wekî ku bi rastî jî tiştek bi vî awayî heye fikrek çêbibe û dixwaze bi saya vê yekê jî xwe wekî mexdûr nîşan bide. Anku desthilat dibêje civakê; Ka binêrin em bêguneh in, dixwazin bi kudateyê me ji erk dûr bixin. Helbet tiştekî wisa
nîn e. Ji xwe, we xwe bi xwe dawî li desthilatê aniye. Hewce nîn e ku kesek we ji kar daxe. Tiştekî wek gotina wan ne pêkan e."
Partiyên din yên opozîsyonê jî ku li parlamentoyê grubên wan hene di vê derbarê de daxwuyanî dan û gotin; divê wekî têkoşîna li hember koronayê di nava civakê de bo ku rewş asayî bibe gav bêne avêtin û herwiha demokrasi were bi hêzkirin.