Li 24 bajarên Tirkiye û Bakur qedexe hat ragihandin

Li 24 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo pêşîgirtin û xweparêziya ji vîrusa Koronayê ji bo 48 demjimêran qedexeya derketina derve hat ragihandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li 24 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo pêşîgirtin û xweparêziya ji vîrusa Koronayê ji bo 48 demjimêran qedexeya derketina derve hat ragihandin.

Bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê li 24 bajarên mezin ên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê qedexe hat ragihandin. Qedexe şeva bûrî demjimêr 12'an despê kir û wê heya demjimêr 12'ê şeva 10'ê gulanê berdewam bike.

Li bajarên Tirkiyê yên weke; Edene, Enqere, Bûrsa, Stenbol, Konya, Îzmîr û herwiha li bajarên bakurê Kurdistanê yên weke; Diyarbekir, Dîlok, Mereş, Mêrdîn, Riha û Wanê qedexe hatiye ragihandin. 

Di dema qedexeyê de wê firine û hinek cihên taybet ên pêwîstiyên rojane vekirî bin.

Ev di demekê de ye, heta niha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hejmara kesên bi koronayê canê xwe ji dest dane gihişt 3 hezar û 641 kesan, yên bi koronayê ketine gihişt 133 hezar û 721 kesan, yên baş jî bûne 82 hezar û 984 kes in.

 

S. B