Li Tirkiyê qurbaniyên Koronayê zêde dibin

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 50 kesên din bi vîrusa Koronayê canê xwe jidest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 50 kesên din bi vîrusa Koronayê canê xwe jidest dan.

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fexredîn Koca ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 1 hezar û 546 kesên din bi vîrusa koronayê ketin û 50 kesên din jî canê xwe jidest dan.

Bi vî awayî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hejmara kesên bi koronayê ketine gihişt 137 hezar û 115 kesan û hejmara kesên canê xwe ji dest dane jî gihişt 3 hezar û 739 kesan.

Wezîrê Tenduristiyê amaje bi wê da jî, heta niha 89 hezar û 480 kes ji nexweşiya Koronayê baş bûne.

Ev di demekê de ye, duhî li 24 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di çarçova pêşîgirtin û xweparêziya ji vîrusa Koronayê, qedexeya derketina derve ji bo 48 demjimêran hat ragihandin.

 

S. B