Li Tirkiyê 47 kesan bi Koronayê canê xwe jidest dan
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 47 kesên din bi vîrusa Korona COVID-19 canê xwe jidest dan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 47 kesên din bi vîrusa Korona COVID-19 canê xwe jidest dan.
Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fexredîn Koca amara ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 1 hezar û 542 kesên din bi koronayê ketin û 47 kesan jî canê xwe jidest dan.
Bi vî awayî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hejmara kesên bi Koronayê ketine gihişt 138 hezar û 657 kesan û hejmara kesên canê xwe jidest dane jî 3 hezar û 786 kesan.
Tirkiye plan dike, heta cejna Remezanên qedexeya du rojên dawiya hefteyê berdewam bike û piştre di gelek warên jiyana rojane de jî asankarî were kirin
S. B