Li Tirkiyê 55 kesên din bi Koronayê canê xwe jidest dan

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 55 kesên din bi vîrusa Korona COVID-19 canê xwe jidest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 55 kesên din bi vîrusa Korona COVID-19 canê xwe jidest dan.

Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fexredîn Koca amara ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 1 hezar û 114 kesên din bi koronayê ketin û 55 kesan jî canê xwe jidest dan.

Bi vî awayî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hejmara kesên bi Koronayê ketine gihişt 139 hezar û 771 kesan û hejmara kesên canê xwe jidest dane jî 3 hezar û 841 kesan.

Ev di demekê de ye, duhî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan qedexeya derketina derve li 24 parêzgehên Tirkiyê û Bakure Kurdistanê ji bo 16, 17, 18 û 19'ê Gulanê ragihand.

Her wiha Erdogan qedexeya derketina derve ya niha  li 9 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê heye jî rakir.

 

S. B