Malbatên ji Sûrê daxwaza bicîhkirina mafên xwe dikin

Malbatên li Sûr a navçeya Diyarbekirê ku ji ber şerê nav bajêran ji mal û taxên xwe hatibûn der kirin, daxwaza bicihanîna maf û dayîna malên xwe dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Welatiyên ji Sûr a Navçeya Diyarbekirê, daxwaza bicîhkirina mafên xwe dikin. Bi sedan malbatên ku ji ber şerê xendekan yê nav bajaran hatibûn koçber kirin, nêzîkî 5 salan e mexdûr in. Ji bo hin malabatan di ciyê mal û mafên wan de piştgirî hatibe dayîn jî, bi sedan malbat jî li benda bicîhkirina sozên ku ji aliyê rayedaran ve hatine dayîn in.

Malbatên li Sûr a navçeya Diyarbekirê ku ji ber şerê nav bajêran ji mal û taxên xwe hatibûn der kirin, daxwaza bicihanîna maf û dayîna malên xwe dikin. Rêvebirên  Jûra Avahîsazan jî, balê dikşînin ku hêj jî, nêzîkî 6 taxên li Sûrê  qedexene û xweciyên wan deran jî mexdûr in û avahiyên ku hatine çêkirin jî, ne li gor çand û mîmariya wê navçeyê ne.

Evdila jî yek ji wan mexdûra ye ku bi karên rojane û rêncberiyê debara xwe dike. Evdilayê bavê 6 zarokan bi malbata xwe ra, ji ber şerê li nav bajaran ji mala xwe derketiye û heta niha jî di kire de dimîne. Evdila tîne ziman ku rayedarên Hikumeta Tirkiyeyê, 5 meh piştgiriya kirê ji bo wî dane, lê paşe ev jî birine û ew daxwaz dike ku di ciyê mala wî de, disa li nav Sûrê avahî bo wî bê dayîn.

Mexdûrê ji taxa Sûrê Evdila ji K24ê re dibêje: "Ev 5 sal in ku ez mexdûr im. Wek mînaq 5 meh kire dan min piştre birîn û min kir nekir êdî nedan. Ev sal e di kirêya xelqê de me û hemû ji bêrîka xwe didim. Ji bo xaniyê min yê li nav Sûrê jî, bangî min kirin, gotin emê di ciyê mala te de, li wê mal bidin te. Lê çend roj berê jî bang li min kirin û j imin re gotin li wê derê dê kargeh vebbin û em kargehan nadin we. Ez jî dibêjim, kargeh ve mafê min e, malbe mafê min e."

Piştî şerê nav bajaran ango şerê xendekan ku di 2015'an de li nav Sûrê rûdabû, teqrîben 25 hezar kes  koçber bûbûn û avahiyên li 6 taxan hatibûn rûxandin ku li wan 6 taxan hej jî ketin û derketin qedexe ye.

Hevserokê Jûra Endezyarên Avahîsazî yê Diyarbekirê Ferît Kahraman jî tîne ziman ku rayedar naxwazin wan daxilî nûjen kirina navçeyê bikin û avahiyên ku heta niha hatine çêkirin jî ne li gorî mîmarî û çanda navçeya dîroki ye. Kahraman tîne ziman ku ger welatî bên mexdûr kirin dê maf û ciyên wan ji bo sermiyandaran bên pêşkê kirin.

Ferît Kahraman ji K24ê re got: "Em dibêjin li wê derê mafekî heye û xwediyê wî mafî kî be mafê wan e. Bi salan dapîr û bapîr, bav û kalên wan û ew bi zarokatiya xwe li wir mezin bûne. Wan hemû jina xwe li wir saz kiriye û ew li wir bigihên mafên xwe. Heger tiştekî bazirganî jî hebe, divê xweciyên wê derê ji wî mafî sûd bigirin."

Ji bo çareseriya pirgirêkê di navbera rayedarên dewlet û hikumeta Tirkiyeyê û welatî û malbatan de pêwendî didomin. Lê welatî daxwaz ji rayedaran dikin ku li gor mafê wan pêşniyar ji bon wan bên pêşkêş kirin.