Li Tirkiyê zêdetir ji 141 hezar kes bi Koronayê ketine
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 53 kesên din bi vîrusa Korona COVID-19 canê xwe jidest dan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 53 kesên din bi vîrusa Korona COVID-19 canê xwe jidest dan.
Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fexredîn Koca amara ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 1 hezar û 704 kesên din bi koronayê ketin û 55 kesan jî canê xwe jidest dan.
Bi vî awayî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hejmara kesên bi Koronayê ketine gihişt 141 hezar û 475 kesan û hejmara kesên canê xwe jidest dane jî 3 hezar û 894 kesan.
Herwiha kesên ji vîrusa Koronayê baş bûne jî, gihştiye 98 hezar û 889 kesan.
Ev di demekê de ye, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan qedexeya derketina derve li 24 parêzgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji bo 16, 17, 18 û 19'ê Gulanê ragihand.
S. B