Piştî 40 Rojan Bi Milyonan Zarok Derketin Kolanan

Li Tirkiyê jiyana rojan e, ya ku jiber Vayrosa Korona dinav rewşek awarte de ye, berdewam dike, lê hêdî hêdî pêngavên asayîbûnê jî, tên avêtin. Piştî 40 rojan, zarokên ku temenê wan di navbera 1 û 14 saliyê de ye derketin derve. Bi Milyonan zarokên, ku ji bo 4 saetan berê xwe dan e derve, li bende ne, ku Vayros tememî ji holê rabe. Malbat dibêjin, ku derûniya zarokên wan, ber bi têkçûnê ve ye û jiyana rojane tevlîhev bû ye.

K24- Stanbol

Li Tirkiyê jiyana rojan e, ya ku jiber Vayrosa Korona dinav rewşek awarte de ye, berdewam dike, lê hêdî hêdî pêngavên asayîbûnê jî, tên avêtin. Piştî 40 rojan, zarokên ku temenê wan di navbera 1 û 14 saliyê de ye derketin derve. Bi Milyonan zarokên, ku ji bo 4 saetan berê xwe dan e derve, li bende ne, ku Vayros tememî ji holê rabe. Malbat dibêjin, ku derûniya zarokên wan, ber bi têkçûnê ve ye û jiyana rojane tevlîhev bû ye.

Li Tirkiyê ji ber veyrosa koronayê di 4Nîsanê de ji bo zarok û ciwanên temenê wan di bin 20 saliyê dene û ji bo kesên temenê wan li ser 65ê saliyê ne qedexeya derketina kolanan hatibû ragihandin. Piştî 40 rojan ev zarokên ku ji bo wan qedexe hatibû ragihandin daketin kolanan û yekser berê xwe dan parqan. Li seranserê Tirkiyê û bakurê Kurdistanê bi milyonan zarok ji bo 4 saetan derketin derve. Li Enqera paytexta Tirkiyê jî nêzîkê milyonek û 600 hezar zarok bi malbatên xwe re derketin kolanan.

Zarokên ku bi lepik û maskeyan derketine derve herî zêde bêriya meş, heval û dibistanên xwe kirine û Xeyalên wan yên piştî bi dawîbûna veyrosa koronayê jî hene.

Oyku Aktaş –Zarok- got: Bi rastî min gellek bêriya derketina kolanan kiribû. Ez 40 rojan li malê mam û ez tengezar bûm. Piştî ku veyros bi dawî dibe çend deverên xweş yên geştê hebin ez ê biçimê. Zêdetir min beriya hevalên xwe kiriye.

Kemal Bûyûklûk –Zarok- got: Min di malê de lîstikên cuda cuda lîstin û zêdetr min paqijî kir bi dê û bavê xwe re. Ezê di çar saetan de xwarin bidim çûkan, li parqê bilîzîm, xwarinên cûr be cûr bixwem. Min herî zêde bêriya dondirmeyê kiribû ku li derve bixwem.

Zarokek dî got: Ez gellek tengezar bûm li malê. Min her roj fîlmên karton temaşe dikir û dersên xwe guhdar dikir. Herî zêde min bêriya çûkan kir.

Karahan Oz –Zarok- dibêje: Min bêriya dibistan û havalên xwe kirin. Min herî zêde bêriya bezdan û lîstina futbolê kiriye. Di van çar saetan de ez ê têra xwe bezdim û bimeşim.

Dê û bavê van zarokên ku 40 rojan di malê de mane jî diyarkirin ku bareke giran û zehmet li ser mile wan bû û bi van 4 saetan wan jî bêhna xwe berdaye.

Zehra Hanim – Welatî-  got: Gellek zehmete ku mirov 40 rojan li malê bimîne. Du zarokên min hene û temen biçûkin. Ji bo ku zarokên min di mal de bimînin çi ji destê min hat min kir. Carna bi rojan ez jî bi wan re li malê dimam.

Muzaffer Buyukluk –Welatî- got: zarokê me têra xwe tengezar bû, bêriya derve û lîstinê kiribû. Derûniya zarokê min û jiyana wî ya rojane têk çûbû. Bi rojan rehetî nekarî razê û her bi me re şer dikir. Em kêfxweşin ku bo 4 saetan derketin derve.

Herwiha Li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê di 15ê Gûlanê de ciwanên ku temenê wan navbera 15 û 20 salyê de ne û di 16ê Gûlanê de jî kesên ku temenê wan li ser 65 saliyê ne saet 11:00 nîvro heta 15:00a êvarî dê bikaribin derkevin derve. Ev derketina zarok, ciwan û kalan ya bo derve li Tirkiyê ji aliyê rayedaran ve weke gavên normalîzebûnê têne ragihandin.