Li Tirkiyê 58 kesên din bi Korona canê xwe jidest dan

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 58 kesên din bi vîrusa Korona COVID-19 canê xwe jidest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 58 kesên din bi vîrusa Korona COVID-19 canê xwe jidest dan.

Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fexredîn Koca amara ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 1 hezar û 639 kesên din bi koronayê ketin û 58 kesan jî canê xwe jidest dan.

Bi vî awayî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hejmara kesên bi Koronayê ketine gihişt 143 hezar û 114 kesan û hejmara kesên canê xwe jidest dane jî 3 hezar û 952 kesan.

Herwiha kesên ji vîrusa Koronayê baş bûne jî, gihştiye 101 hezar û 715 kesan.

Ev di demekê de ye, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan qedexeya derketina derve li 24 parêzgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji bo 16, 17, 18 û 19'ê Gulanê ragihand.

 

S. B