Serokwezîr pêşwaziya Konsulê Amerika li herêma Kurdistanê kir
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Konsulê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê Steven Fagin civiya
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Hikûmeta herêma Kurdistanê ligel Konsulê Amerîka li Hewlêrê civiya.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Konsulê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê Steven Fagin civiya. Di civînê de, rewşa herêma Kurdistanê û Iraqê gotûbêj hate kirin. Konsulê Amerîka, pesnê rêkarên serkeftî yên Hikûmeta herêma Kurdistanê kir, taybet bi xweparastin ji Vayrosa Korona.
Serokê Hikûmeta herêma Kurdistanê ronahî xist ser rewşa niha ya darayî ya herêma Kurdistanê û amaje kir, ku Hikûmeta herêmê plana taybet bo rûbirûbûn a vê rewşê pejirandiye, ku ji kêmkirina xerciyan û zêdekirina dahatan pêk tên.
Derbarê pêwendiyên herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê, Serokê hikûmetê tekez kir, ku gotûbêj bi arasteya çareserkirina pirsgirêkan liser bingeha Destûrê, bi awayekî ku erk û mafên her aliyekî diyar û parastî bin, berdewam in.
Her du alî, liser bihêzkirina pêwendiyan û pêşxistina weberhênan Amerîkî li herêma Kurdistanê hevnerîn bûn. Serokê hikûmetê daxwaz kir, Amerîka û civaka navdewletî piştgîriya herêma Kurdistanê û Iraqê, di derbaskirina krîza darayî de, bikin.
C.B