Tirkiye: 55 kesan jiber Korona, jiyana xwe jidest da

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 55 kesên din bi Korona canê xwe jidest dan û 1 hezar û 639 kesên din jî, bi Koronayê ketin

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 55 kesên din bi Korona canê xwe jidest dan û 1 hezar û 639 kesên din jî, bi Koronayê ketin.

Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fexredîn Koca amara 24 demjimêrên borî ya Koronayê ragihand. Koca ragihand, di 24 demjimêrên borî de 55 kesên din canê xwe jidest dan û 1 hezar û 635 kesên din jî, bi Koronayê ketin.

Bi vî awayî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hejmara kesên bi Koronayê canê xwe jidest dan e gihişt 4 hezar û 7 kesan, yên bi Koronayê ketîne gihişt 144 hezar û 749 kesan, yên baş jî bûn e, gihişt 104 hezar û 30 kesan.

 

 

 

C.B