Kesên bêmal û bêkes di rojên Coronayê de

Rayedar û bijîşk ji ber belavbûna virûsa koronayê, bi mebesta parastina tenduristiya xelkê, bang li mirovan dikin da ku ji mala xwe dernekevin.

K24- Stenbol

Rayedar û bijîşk ji ber belavbûna virûsa koronayê, bi mebesta parastina tenduristiya xelkê, bang li mirovan dikin da ku ji mala xwe dernekevin. Her kesek xwedî mal dikarin pabendî vê rênimayê bibin, lê belê yên bêmal û bêkes ji ber neçariyê bi şev û roj tim li derva ne û tenduristiya jiyana wan bêhtir di metirsiyê de ye. Li Stenbola Tirkiyê ku zêdetirîn tuşbûyiyên korona lê hene bi hezaran bêmal hene, piştî belavbûna koronayê êşa wan zêdetir bû. Mirovên bêmal dibêjin, korona biqede jî êşa bêkesiya wan dê her berdewam be.

Bi mebesta ji virusa koronayê bê parastin, rayedar û pispor bang li mirovan dikin da ku dernekevin derva, li mala xwe bimînin. Kesên xwedî mal dikarin guh bidin vê hişyariyê, lê belê kesên mala wan tune, ji ber neçariyê, li derva dimînin û îhtimala nexweşbûna wan zêdetir dibe.

Li metropola herî mezin a Tirkiyê Stenbolê, bi hezaran bêkes û bêmal hene. Yek ji wan jî Rênas ê ji Şirnexê ye. Piştî mirina dê û bav, kes xwedî li Rênas derneketiye û bi mehan e li kûçe û kolanên Stenbolê radizê.

Rênas Şirnexî-Bêkes- dibêje: Dema pereyê min dibe ez li otêlê dimînim, lê gava pereyê min nebe ez li derva li parkê radizêm. Helbet ez jî dixwazim mala min hebe û ez jî li mala xwe rûnêm û razêm lê tune ye. Loma li derva me. Dixwazim karekî min hebûya û xanekê ku ez tê da bimama hebûya. Weke din tiştekî din naxwazim.

Tevî şertên xerab ên hewayê bi belavbûna virusa koronayê jî metirsiya jiyanê ya bêkesan ku bi şev û roj tim li derva ne zêdetir dibe. Çarenivîsa Îlhan Sevîlenê Diyarbekirî jî wek Rênas heman e. Lê belê Sevîlen niha ji bo demekê di xaneke xêrxwazekî de dimîne û dibêje helbet di rojên coronayê de halê bêkesan gelek xerab e lê corona biqede jî êşa bêkesiya wan naqede.

 

Îlhan Sevîlen-Bêkes- dibêje: Gelek însan li derva hene, bê xanî, bê war, bê mal in, bê xwarin in. Li nav kûçeyan gelek bêkes lihêfekê avêtine ser xwe û wisa razane. Hinek ji wan bêkesan zarok in, keçik in 10 salî 12 salî tê da ne. Dil û cîgera meriv pê dişewite. Çareyekê jê ra bihata dîtin wê pir xweş dibû.

Destpêka koronayê rêvebirên hinek şaredariyan û hikûmeta Tirkiyê ji bo mayîna bêkesan cîh û war peyde kir lê belê ev têrî hemû bêkesan nekir.