Li Tirkiyê 44 kesên din bi Koronayê canê xwe jidest dan
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 44 kesên din bi vîrusa Korona COVID-19 canê xwe jidest dan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 44 kesên din bi vîrusa Korona COVID-19 canê xwe jidest dan.
Wezîrê Tendirustiya Tirkiyeyê Fexredîn Koca da xuyakirin, wek hatiye pêşbînikirin, asta pêketina koronaye her diçe kêm dibe ku sedema sereke jî pabendbûna rênimayan e.
Fexredîn Koca amara ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 1 hezar û 368 kesên din bi koronayê ketin û 44 kesan jî canê xwe jidest dan.
Bi vî awayî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hejmara kesên bi Koronayê ketine gihişt 149 hezar û 435 kesan û hejmara kesên canê xwe jidest dane jî 4 hezar û 140 kesan.
Ev di demekê de ye qedexeya derketina derve li 24 parêzgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê îro di roja sêyemîn de berdewam e.
S. B