Li Tirkiyê egerên zêdebûna rêjeya bêkariyê zêde dibin
Ligel ku Tirkiye plana asayîbûnê qonax bi qonax karîger dike, rewşa aborî ya Tirkiye jî, ji aliyê gel û partiyên muxalif ve rastî rexneyan tê. Kargeh û xwediyên kargehan daxwaz dikin, pakêtên piştgiriyê bo wan zêdetir bibin û rê liber jikar derxistinê bê girtin. Aborînas jî dibêjin, ev qeyranek cîhanî ye û wekî çareseriya rewşa aborî ya Tirkiye, berdewamiya hilberînê û zêdekirina alîkariyên aborî yên ji aliyê hikumetê ve, nîşan didin.
K24- Enqere
Ligel ku Tirkiye plana asayîbûnê qonax bi qonax karîger dike, rewşa aborî ya Tirkiye jî, ji aliyê gel û partiyên muxalif ve rastî rexneyan tê. Kargeh û xwediyên kargehan daxwaz dikin, pakêtên piştgiriyê bo wan zêdetir bibin û rê liber jikar derxistinê bê girtin. Aborînas jî dibêjin, ev qeyranek cîhanî ye û wekî çareseriya rewşa aborî ya Tirkiye, berdewamiya hilberînê û zêdekirina alîkariyên aborî yên ji aliyê hikumetê ve, nîşan didin.
Di çarçoveya plana asayîbûnê de ji 11ê Gulanê ve qonax bi qonax kargehên ku li Tirkiye ji ber vayrosa Koronayê hatibûn girtin dîsa tên vekirin. Lê belê ji destpêka heyama vayrosa Koronayê ya li Tirkiyeyê bergiriyên hikumetê û taybetî jî pengavên ku di warê aboriyê de tên avêtin rastî rexneyan tên ku tê gotin mafên karkeran û kargehên piçûk baş nayê parastin. Li gorî raporta ku hefteya borî ji aliyê Konfedarasyona Sendîkaya Karkeran Dîsk-Arê ve hate belav kirin de hate ragihandin ku beriya şewba vayrosa Koronayê tevî karkerên ne tomarkirî rêjeya bêkariyê nêzî 8.5 milyonan bû piştî vê heyamê ger bergirî neyên girtin dibe ku 7-8 milyon kesên din jî bêkar bimînin.
Serokê Komeleya Nûçegihanên Aboriyê Turgay Turker jî amaje dike hewceye berdewamiya hilberînê di vê rewşê de bê dabîn kirin ku bandora qeyranê kêmtir bibe.
Turgay Turker - Serokê Komeleya Nûçegihanên Aboriyê- got:- "Bi destpêkirina şewba vayrosa Koronayê re, hikumetê hin pakêtên piştgiriyê yên bo aboriyê ragihandin. Lê di pergala aboriyê de tişta herî giring ew e ku, hûn dê hilberînê bikin, berhemên xwe bifiroşin û ne tenê li welatê xwe divê hûn bi welatên biyanî re jî hinardeyê bikin. Wekî hemû cîhanê ev qeyran li Tirkiye jî heye û dê bidomê jî. Niha heyama geştûguzariyê ye, ger di vê heyamê de dahatuyek baş ji geşt û guzariyê neyê wergirtin dê rewşa aboriyê zêdetir ber bi xirapbûne ve biçe."
Ji aliyekî din ve jî aborînas Harun Ozturkler jî ji bo Tirkiye ji qeyrana aboriyê derkeve hewceye pêşî parastina kar û piştre jî karkeran biparêze ku bikaribin jiyana xwe bi awayekî tendurist bidomînin û hilberîn jî bi saya berdeam bike. Ozturkler dibêje div ê qonaxê de jî pengavên darayî yên hikumetê gelekî girîng in.
Harun Ozturkler – Aborînas- got:- Dema di aboriyê de daxwaz û pêşkeşî kêm dibe hilberîn jî kêm dibe. Ev qeyraneke kurewî ye û tenê ne bo Tirkiyeyê ye. Ji ber vayrosa Koronayê hemû cîhan di nav qeyranekê de ye. Em nizanin dê ev şewb çiqasî bidome û derman kengî bê dîtin. Lê tişta dixuye dê hemû welat piştî vê şewbê politîkayeke kurewî di warê aboriyê de bimeşînin. Di pergala aboriyê de
kargehên piçûk girîng in lê di warê gihiştina krêdiyan de niha kêşeyên wan hene. divê hikumet rasterast pareyan xerc bike û rêjeya pakêtên piştgiriyê zêdetir bike"
Serokê Giştî yê partiya sereke ya opozîsyona Tirkiyeyê Kemal Kiliçdaroglu jî derbarê qeyrana aboriyê de bang li hikumetê kir. Kiliçdaroglu got; Ji sala 2018an ve armancên ku hikumetê danîne pêşiya xwe yên wekî kêmbûna bêkarî, mezinbûna aboriyê pêk nehatine û bo vê yekê jî hewceye li şûna hisabên demkî politîkayên mayînde bên meşandin û bi wêrekî di vî warî de pengavan biavêje.